Îro roja rojbûna Rêber Abdullah Ocelan e. Gelê Kurd 4’ê Nîsanê weke vejîna jiyana azad, rakirina û misogerkirina mafên gelên bidest tê naskirin. Bi vê bûneyê li Reqa, Tebqa, Kobanê, Şehba û Helebê bi çalakiyan rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin.
Li Herêmên Firat û Efrînê jî bi çalakiyan 4’ê Nîsanê hat pîroz kirin û banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.
- Tebqa
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê li Paka 4’ê Nîsanê daxuyaniyek da.
Rêvberiyê rojbûna 74’an li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û soza şopandina rêya berxwedanê û serkeftinê hate dayîn.
Her wiha bang li ciwanên azad hat kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.
Piştî bidawîbûna axaftinan 74 dar li Parka 4’ê Nîsanê hatin çandin.
- Reqa
Şêniyên Reqayê jî rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
- Kobanê
Li Kobanê jî bi bonya 4’ê Nîsanê şahiyek hate lidarxistin.
Şêniyên kobanê yên ku di şahiyê de amede bû 4 nîsanê pîroz kirin.
- Şehba
Şêniyên Şehba û koçberên Efîrînê bi heman armancê şahiyekê li dar xistin.
Şêniyan bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo bi erkên xwe rabin.
Li aliyê din jî Festîvala Amara bi bûneya rojbûna Rêber Apo bi dawî bû.
- Heleb
Li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ye bi şahiyekê rojbûna Rêber Apo hat pîroz kirin.