Mazlûm Ebdî: Çareseriya sûriyê bi lihevhatina Rojava û Rojhilatê Firatê ve girêdayî ye

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji Peymangeha Waşintonê ya Lêkolînan re axivî û da zanîn ku eger lihevhatinek di navbera rojhilat û rojavayê Firatê de çêbibe, wê pirsgirêk Sûriyê çareser bibin.

Duh roja Pêncşemê fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de gelek xalên girîng anîn ziman.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku eger rojhilat û rojavayê Firatê li hev werin, wê li gorî wê lihevhatinê pirsgirêk çareser bibin û wiha dewam kir;

Em razî nabin vegerin rewşa berê. Rêveberiya Xweser ji deh salan ve gelê herêmê bi rêve dibe û divê di destûra Sûriyê ya nû de were qebûlkirin.

Her wiha bal kişand ser rewşa QSD û Asayîşê û got ku divê hikûmeta Şamê wan fermî nas bike. Lê ew niha ji vê gavê re ne amade ye.

Ebdî da zanîn ku eger hêzên navdewletî zext û fişarê li hikûmeta Şamê nekin, çareserî li Sûriyê pêk nayê.

Mazlûm Ebdî têkildarî danûstandina wan li gel hikûmeta Şamê û opozisyona Sûrî jî wiha got:

Danûstandina me li gel hikûmeta Şamê berdewam e û qut nebûye. Em dixwazin nakokiyên di navbera me de çareser bikin. Lê hikûmeta Şamê ne amade ye.

Têkiliya me bi opozisyona Sûrî jî ne baş e. Bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî.

Back to top button