Amerîka: Swêd û Fînlandiya li benda Tirkiyê ne

Swêd û Fînlandiya piştî êrişa Rûsya li ser Ukrayna dixwazin bibin endamên NATO.
Lê ji bo vê yekê divê hemû endamên NATO daxwaza wan erê bike.
Rejîma Tirk ya vê yekê fersend dibîne, dixwaze ev welat dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan ragihîne.
Amerîka jî dibêje, Swêd û Fînlandiya ji bo endamtiya NATO li benda ronahiya kes a Tirkiyê ne.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hempîşeyên xwe yê Swêd û Fînlandiya li Washingtonê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Wezîrê Karê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto li wê yekê mikur hat ku wan daxwazên dewleta Tirk yên ji bo dijminatiya li hember gelê Kurd pêk aniye.

Haavisto di berdêla vê yekê de xwest ku Tirkiye heta miha Sibatê endamtiya wan û Swêd ya bo NATO erê bike.

Blinken jî anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye, NATO wê di demek nêzîk de welatên navborî wek endam bi fermî qebûl bike.

Wezîrê Swêdê Tobias Billstrom daxuyakirin ku di civîna sêalî ya li çapemeniyê girtî pêk hatî de fikarên Tirkiyê li ser mijarê hatine nirxandin.

Swêd ya di berdêla berjewendiyên xwe de dijminahiya li hember gelê Kurd erê kirî, hefteya derbasbûyî Kurdek radestî rejîma Tirkiyê kiribû.

Welatên navborî 18’ê Gulanê bi awayekî fermî serlêdana endamtiya NATO kiribûn.

Ji bo ev welat bibin endamên NATO pêwiste 30 endamên wê vê biryarê erê bikin.

Niha tenê Tirkiye û Macerîstan ev serdana Tirkiyê erê nekirin e.

Back to top button