Li Îranê serhildana gel li seranserî welat belav dibe

Li Îranê serhildana gel li seranserî welat belav dibe.
Doh di roja 16’an a xwepêşandanan de, gel careke din li qadan bûn.
Di xwepêşandanan de xwendekarên zanîngehê pêşengî kirin.
Li gorî bilançoyên herî dawî jimara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 130 kesan.

Serhildana Jîna Emînî ya li Îranê despê kirî li welat û cîhanê belav dibe.

Xwepêşandanên li Îranê di roja 17’an de ye

Li zanîngehên Rojhilatê Kurdistan bi taybet yên li bajarên Sine, Kirmanşan û her wiha li zanîngehên mezin yên Îranê keç û xort bi hev re daketin kolana û tevlî xwepêşandan û çalakiyan bûn.

Di serhildana li Îranê de 130 kes hatine kuştin

Di saetên şevê de, hêzên rejîma Îranê li zanîngeha Pişesazî ya Şerîfî Tehran êrişî xwendekaran kirin û gelek ji wan birîndar kirin.

Di êrişê de nêzî 30-40 xwendekar hatin binçavkirin.

Hêzên rejîmê bi saetan ambargo danîn li ser xwendekarên di zanîngehê de û gelek welatî li hewara xwendekaran çûn.

Li ber deriyên zanîngehan û li bajaran bi dirêjiya 16 rojane xwepêşandan û çalakî bi şêweyên cuda cuda di domin.

Li Seqîzê komek jinên ciwan bi avêtina laçik û serpoşên xwe nerazîbûnên xwe nîşan dan û welatiyan piştevaniya wan kirin.

Her wiha li Sine di xwepêşandanekê de jinan li ber diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dîlan girtin.

Li Urmiye, Îlam û Kirmanşan jî welatî li kolanan bûn û bi dirûşmeyên li dijî rejîm û desthilatdariyê xwepêşandan û çalakiyên xwe domandin.

Heman demê de li Mahabad û Banê hêzek mezin ji kirêgirtiyên Kurd û hêzên din yên leşkerî hatine bi cih kirin û kolanan tejî kirine.

Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 16’ê Îlonê xwepêşandan û çalakî li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di bin pêşengtiya jinê de destpê kirin.

Ji kêliya destpêkê heya niha hêzên Rejîma Îranê bi tundûtijî û êrişên dijwar ser bi xwepêşanderan de diçin.

Li gorî bilançoya herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 130 kes hatine kuştin.

Her wiha li aliyekê din 400 nivîskar û wergervanên Îranê banga greva giştî kiribûn û ragihandibûn ku divê li seranserê cîhanê nehêlin ku bar û giraniya dewamkirina serhildanê tenê li ser milê kesên daketine kolanan bimînin.

Xameneyî: Xwepêşandêr ne Îranî ne

Di vê navberê de, lîderê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî careke din ji rewşa li welat xwepêşandêr tewambar kir.

Xameneyî li cihê guhdayîna daxwazên xwepêşandêran got,

Xwepêşandêr ne Îranî ne û berê de ev yek hatiye çêkirin.

Back to top button