Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê jî, li dijî gefên li ser jiyana Rêber Apo daketin qadan.
Meş li navçeya qinê ya girêdayî Kobanê destpêkir û li ber navenda navçeyê bi dawî bû.
Piştî meş veguherî mêtingê li ser navê Ciwanan Hîlal Mihemed axivî û got:
“Ji Rêber Apo tu agahî nagirtin.
Bi vê Tecrîdê zilm û zordariyê li ser Rêber Apo dimeşînin.
Em wekî ciwan dê heya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berxwe bidin û têbikoşin.