Di encama şer û topbarana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 9 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ′Fetih El Mûbîn′ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hawanan nuqteyên hêzên Şamê yên li derdora Eyn El Eşre ya li bakurê Lazîqiyê topbaran kirine.
Di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.
Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Fitêra, Filêfil, Sifohin, Kensefre û Bare yên başûrê Çiyayê Zawiyê yê Idlibê topbaran kirin.
Di topbaranê de 3 zarok birîndar bûn û çeteyek birîndar bûn.