Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM ragihand, di encama êrîşeke hewayî ya hêzên wan de, serçeteyê DAIŞ’ê yê rojhilatê Sûriyê Usama El-Muhacir hat kuştin.
Di daxuyaniyê de, Fermandarê CENTCOM’ê general Erik Kurilla diyar kir, ne tenê li herêmê, DAIŞ li derve jî hîna gef e û got:
“Em pabendî têkbirina DAIŞ’ê li tevahiya herêmê ne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kuştina El-Muhacir dê şiyana DAIŞ’ê ya plankirin û pêkanîna êrîşên terorî, asteng bike.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dawiyê teqez kir, dê operasyonên wan, di gel hevkarên xwe yên li Iraq û Sûriyê, heta têkbirina DAIŞ’ê bi temamî , dewam bikin.
Çavdêriya Sûrî: Li herêmên dagirkirî DAIŞî bi serbestî tev digerin
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan roja 7’ê Tîrmehê ragihandibû, dronek ku tê texmînkirin a Koalîsyona Navdewletî ye, di navbera bajarê Babê û bajarokê Beza’a de êrîşek pêk anî.
Li gorî Çavdêriyê, di êrîşê de kesekî motorsiklêt diajot, bi çend moşekan hat armanckirin û di encamê de ew kes yekser hat kuştin.
Çavdêriyê teqez kir ku li herêmên di dagirkirî, piştî ku bi aramî ji nava Tirkiyê derbas dibin, çeteyên DAIŞ’ê bi aramî tev digerin.