QANÛNA GIMURKÊ ERÊ KIR Û HEVSEROKEK JI DESTEYA TENDURISTIYÊ RE DIYAR KIR

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo erêkirina qanûna Gimurkê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro civiya.
Di civînê de hevserokek ji Desteya Tenduristiyê re diyar kir.

Civîn li hola civînan a Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê li dar ket.

Di civînê de Hevserokatiya Meclisa Giştî, hevseroka nû ya Desteya Tenduristiyê da naskirin.

Hevseroka nû Alaa Ehmed li şûna hevseroka berê Xîtam El-Cild û li ser pêşniyara Meclisa Rêveber hate erkdarkirin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser her wiha qanûna Gimurkê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

Qanûna Gimrukê ya Rêveberiya Xweser ji 11 deriyan û ji 92 bendan pêk tê.

Ev bend karê bazirganiyê, kelûpelan, anîn û derxistina kelûpelan ji û ji bo herêmên Rêveberiya Xweser re diyar dike.

 

Leave a Reply

Back to top button