QSD’Ê LI BAŞÛRÊ HESEKÊ ÇETEYEKÎ ISTÎXBARATÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê GIRT

Operasyonên Hêzên Sûriye Demokeatîk li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê berdewam in. QSD’ê ragihand ku li başûrê bajarê Hesekê çeteyek hat girtin.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandin ku yekîneyên wan ên Antî-Teror îro li başûrê bajarê Hesekê çeteyek di istîxbarata DAIŞ’ê de dixebitî, hat girtin.

Navê çete jî Emar Hano El-Matorî ye.

Buroyê diyar kir ku “Emar Hano El-Matorî ji sala 2014 heta 2017’an di istîxbarata rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de li herêma Erîşayê dixebitî û bi fermandarên DAIŞ’ê re li Reqayê di nava têkiliyan de bû.

 

Leave a Reply

Back to top button