Li Kobanê 5 dibistanên nû têne avakirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kobanê di nav pilansaziyên sala 2023’an de dest bi avakirina 5 dibistanên nû kiriye.

Di nava plansaziya desteyê de sererastkirina dibistanên ku ji ber êrişan zirar dîtine hatin dawî kirin.

Her wiha dest bi avakirina 5 dibistanên nû ku yek ji wan li bajar e û 4 jî li gundewarên Kobanê hatine kirin.

Li gorî nûçegihanê me dibistanên ku dê werin avakirin li taxa şehîd Ebdo di nav bajar de, yên din jî li gundên Dibîrka Kêtik, Dibîrka Şêxan, Sêrket û Gundê Kêfûnê ne.

Rêveberê giştî yê dibistanan Kamîran Îbîş diyar kir ev dibistan ji ber zêdebûna hejamara xwendekaran têne avakirina û dê avakirina wan heya sala tê bi dawî bibe.

Back to top button