QSD’ê 2 çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê girtin

Yekîneyên Antî Terorê yên girêdayî QSD’ê bi operasyonekê 2 çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyonê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin.

“Hêzên me li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî şaneyên terorîst a DAIŞ’ê didomînin.

Duh, 26’ê Cotmehê Yekîneyên Antî Teror YAT yên girêdayî hêzên me, bi desteka hewayî û çavdêriyê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Operasyon bi armanca girtina berpirsekî şaneyên DAIŞ’ê hat lidarxistin.

Yekîneyên me cihê çete yê bi navê Ebû Mihemed El Miwehid dorpêç kir û girt.

QSD’ê diyar kir ku vî çeteyî agahiyên îstîxbaratî dida şaneyên DAIŞ’ê û bi rêya wî nuqteyên leşkerî û saziyên sivîl ên li herêmê dihatin hedefkirin.

Her weha navenda Ragihandinê ya QSD’ê anî ziman ku di operasyonê de miqdareke alav jî li cem çete hatin desteserkirin.

Back to top button