Kurdên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Kurdên li Rûsyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi navê Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê ya Rûsyayê axaftin ji aliyê endamên Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê hate kirin.

Kesên ku axivîn diyar kirin ku mîna li Garê, dewleta Tirk a dagirker wê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê jî têk biçe.

Hate ragihandin ku armanca van êrîşan şikandina îradeya gelê Kurd e.

Kesên ku axivîn gotin, “Divê gelê Kurd li her cihî rabin ser piyan. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrişen li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşînê geş bikin.”

Back to top button