Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 112 kesên din bi Corona ketin

Li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 112 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku, kesê mirî zilamek ji Hseskê ye.

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî.

  • 30 li Dêrik
  • 26 li Hesekê
  • 21 li Qamişlo
  • 13 li Girkê Legê
  • 6 li Dêre Zorê
  • 4 li Reqa
  • 4 li Tirpêsbiyê
  • 3 li Rimlêlan
  • 3 li Amûdê
  • 2 li Til Temirê

Mistefa da zanîn jî ku 14 kes ji vîrûsa coronayê baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara kesên ku li herêmê nexweş ketine, 2158 kesan, 74 kes mirine û 530 jî baş bûne.

Back to top button