Şaredariya Gel a Qamişlo xetên taxa Tey yên qutkirî sererastkir

Xetên kehrebê yên li taxa Teyî ku di encama şer de qutbibûn îro Komîteyên restorakirina kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi sererastkirina xetên qutkirî kir.

Piştî ku Hêzên asayîşê taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-wetenî paqijkir 4 erebeyên komîteyên restorakirinê yên Şaredariya Gel derbasî taxê bûn û dest bi sereraskirina xetên kehrebeyê kir.

Her wiha Hevserokê Rêveberiya Kehrebeyê ya herêma Cizîrê Ekrem Silêman diyar kir ku ji sedî 30 zirar di torên kehrebeyê yên taxê pêkhatine.

Silêman da zanîn ku Rêveberiyê ji bo sererastkirina ziraran û jûnve dayîna kehrebê li taxa Teyî tevahî tîmên xwe kirine xizmetê.

Back to top button