Rêveberiya Sotemeniyê mazot li 4 hezarû 200 malbatên koçber yên Serê kaniyê belav kir.

Rêveberiya Sotemeniyê ya navçeya Til Temirê mazot li 4 hezar û 200 malbatên koçber yên Serê Kaniyê belav kir.

Rêveberiya Sotemeniyê mazot bi rêya komînan mazot li ser malbatan belav kir.

Li gorî agahiyan ev roja 4. mazot tê belavkirin û rêveberiya sotemeniyê hewl dide xwe bighîne hemû koçberan.

Endamê Rêveberiya Sotemeniyan a navçeya Til Temirê Selîm Derwîş diyar kir ku ew ji bo her malbatekê 200 lître mazot didin.

Selîm Derwîş daxuyakirin ku ji bo koçber di werza zivistanê de bê mazot nemînin ew di nava hewlidanan de ne.

Piştî 9’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşên dagirkeriyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir, nêzî 400 hezar şêniyên resen ji Serê Kaniyê, Gire Spî, Til Temir û Zirganê koçber bûn.

Rêveberiya Xweser jî li gorî dervetên di destê xwede hewil dide alîkariya koçberan bike.

Leave a Reply

Back to top button