Bersûm: Armanca Tirkiyê ji zextan tirsandina gelê Suryan e

Dewleta Tirk a dagirker 10’ê Çileyê keşeyê Dêra Mar Yaqûb a li navçeya Nisêbînê Sefer Belîcan bi hinceta alîkarî daye rêxisinê, tevî 2 Suryaniyên din girt. Piştî zextên zêde, keşe Balîcan doh hate berdan. Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm jî ev hewildana dagirkeriya dewleta tirk weke heqareteke li dijî Suryanan binav kir.

Senherîb Bersûm têkildarî mijarê ji ajansa Hewarê re axivî.

Bersûm dest nîşan kir ku armanca Tirkiyê ji van zextan tirsandina gelê Suryan e û teqez kir ku ew ê ticarî van zextan qebûl nekin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm teqez kir ku li Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin û banga li rêxistin û civaka navnetewî kir ku van binpêkirinên rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button