Li Îsraîlê krîza darazê: Ji serokomar banga bo hikumetê

Li Îsraîlê krîza darazê kur dibe.
Bi rojane, li dijî rêziknameya qanûna tayînkirina dadweriyê xwepêşandanên girseyî pêk tên.
Bi deh hezaran xwepêşander daketin kolanan û protesto kirin.
Serokomarê Îsraîlê Herzog li ser rewşa li welat bang li hikumetê kir.

Krîza li Îsraîlê ji ber rêziknameya hiqûqî ya bi nakok a hikumetê kûr dibe.

Piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ku li dijî vê qanûnê bû ji kar dûrxist, şevê din bi deh hezaran li kolanan xwepêşandanek li dar xistin.

Serokê Îsraîlî Îshaq Herzog jî bang li hikûmetê kir ku vê rêziknameya ku di tayînkirina dadweriyê de xwedî gotinê ye, pêk neyne.

Herzog di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da bang li hikumetê kir ku bi berpirsyarî tevbigere û got,

“Ji bo yekîtiya gelê Îsraîlê ez bang li we dikim ku demildest vê pêvajoya qanûnî bidin rawestandin.”

Herzog got, “Ewlehî, aborî û civaka me di bin gefan de ye.”

Serokomarê Îsraîl ku bi giranî xwedî erkeke sembolîk e, wiha zêde kir: “Niha şiyar bibin!”

Wezîrê Parastinê Gallant ku ji aliyê Netanyahu ve ji kar hate girtin, bû yekem kesayetê payebilind di nav partiya desthilatdar Likud de ku li dijî rêkeftina dadwerî ya nakokî derket.

Gallant diyar kir ku dubendiyên kûr ên ku ji ber vê lihevkirinê li welêt çêdibin gefa qelskirina artêşê dixwin.

Tevî Gallan kesên din jî yên ji nava partiyê piştevaniya biryarê dikin hene.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu ragihand ku “biryara xwe ya rawestandina rêziknameya dadrêsî ya nakok” ji hevkarên koalîsyonê re ragihand.

Di xwepêşandanên Qudsê de polîsan ava şid li dijî xwepêşanderan bi kar anîn.

Li Îsraîlê biryara ‘greva giştî ya lezgîn’ hat dayîn

Şefê sendîkaya Histadrout Arnon Bar David di civîneke çapemeniyê de got,

“Ez banga greva giştî dikim.”

Dawid got, “Di dawiya vê civîna çapemeniyê de, dewleta Îsraîlê wê raweste (…)

Erka me ev e ku em vê pêvajoya qanûnê bidin sekinandin û em ê bikin jî.”

Li Îsraîlê rêziknameya dadrêsî ya nakok

Tevî Tel Avîvê xwepêşandanên ku li gelek bajaran pêk tên, îşaret bi metirsiya biryarê ya li ser demokrasiyê dikin.

Xwepêşandêr difikirn ku hikumeta koalîsyonê ya bi serokatiya serokwezîr Netanyahu gefê li demokrasiya li welat dixwe.

Hikûmeta bi serokatiya Netanyahu di meha Çile de plana xwe ya ji bo “reforma dadwerî” eşkere kir ku desthilatên Dadgeha Bilind bisînor kir.

Lê belê ev rêziknameya ku ji ber lawazkirina daraza serbixwe û ji holê rakirina prensîba cudabûna hêzan dihat rexnekirin, beriya niha 10 hefteyan li Îsraîlê bû sedema xwepêşandanan.

Rêzikname bi biryara dadgehê, ji kar dûrxistina serokwezîr aloz dike.

Dihat payîn ku hikumet vê hefteyê rêziknameya nakok ji bo erêkirinê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Hikumeta koalîsyonê ji 120 kursiyên parlamentoyê xwedî 64’anin.

Lê nayê zanîn piştî xwepêşandanên dawî gelo wê tevahî endamên koalîsyonê dengê xwe di vî çarçovyê de bikar bînin yan na.

Back to top button