Li Almanya greva herî mezin ya salên dawî

Li Almanyayê bi sed hezaran kedkarên di saziyên dewletê yên sektora veguheztinê de, dest bi greva hişyariyê ya 24 saetan kirin.
Ji ber grevê maşîneyên veguhestina gel rawestiyan.

Greva bi sedhezaran kedkarên cemaweriyê yên li sektora veguhastinê ya li Almanyayê ji nîvê şevê dest pê kir.

Greva bi banga hevpar a Sendîkaya Karên Xizmetê ya Yekbûyî (Verdî) û Sendîkaya Rêyên hesin û Veguhastinê ya Almanyayê (EVG) dest pê kir.

Grevê bandor li ser servîsên otobus, trên û metroyê yên bajar û navbajaran, trafîka hewayî û deryayê dike.

Sendîkayên Verdî û EVG bang li 350 hezar xebatkarên sektora giştî kirin ku dest ji karên xwe berdin.

Li gel rawestandina kar, îro li 50 bajarên Almanyayê çalakiyên protestoyî yên ji aliyê sendîkayan ve tên organîzekirin.

Rêyên Hesinî yên Almanyayê ragihand ku ji ber grevê gelek seferên nav bajar û navbajaran hatine betalkirin.

Li 7 eyaletên Almanyayê otobus, trên û metroya bajêr kar nakin.

Karsaziya otoban a ku ji fînansekirin, plan û çêkirina otobanên li Almanyayê berpirsyar e jî beşdarî grevê dibe.

Ji ber hat ragihandin ku wê hin tunel bên girtin, şîret li ajokaran hat kirin ku rêyên alternatîf bikar bînin.

Ji derveyî paytext Berlînê, li seranserê Almanyayê gelek balafirgeh di bin bandora grevê de ne.

Li gel vê li benderan tevgera keştiyan jî rawestiya.

Li Almanya sendîka plan dikin ku zextan zêde bikin

Sendîka bi grevê re plan dike ku di tûra sêyemîn a danûstandinên kolektîf ên bi Hikûmeta Federal û rêveberiyên herêmî re zextan zêde bikin.

Li gorî daxuyaniya Sendîkaya EVG’ê ya danê sibê, li Almanyayê li 350 cihan herî kêm 30 hezar kes karê xwe rawestandine.

Serokê Sendîkayê Martîn Burkert hişyarî da ku ger lihevkirin çênebe, dibe ku di betlaneya Paskalyayê ku wê hefteya pêş dest pê bike, grev bên lidarxistin.

Sendîkayên karkeran daxwaza zêdekirina moçeyên karmendan dikin.

Sendîka di navbera 500-650 ewuroyî de daxwaza zêdebûna moçeyên karmendan dikin.

Li Almanyayê beriya 30 salan di sewqiyata bajarî, navbajaran û balafirgehan de grevek mezin pêk hatibû.

Back to top button