li Kampa Waşûkanî hezar û 320 kes bi laşmanyayê ketine

Dema dawî li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê ku koçberên Serê Kaniyê lê dimînin, nexweşiya laşmanya belav bûye.
Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê jî ji bo pêşî li belavbûna wê bigirin, bi her awayî hewl didin. 

Li Kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê 14 hezar û 714 koçberên ji Serê Kaniyê hene.

Li vê kampê dema dawî nexweşiya Laşmaniya bi awayekî zêde belav bûye.

Bijîşk dibêjin ji ber gelek nexweş naçin nexweşxaneyan, ev nexweşî zû belav dibe.

Endamê Rêveberiya nuqteya Heyva Sor a Kurd Mehcûb Hiso belavbûna zêde ya vê nexweşiya li kampê piştrast kir û ev got :

“Em û Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser nexweşan derman dikin.

Li Kampê hezar û 320 nexweş hene, lê divê kesên din jî werin dermankirin da ku pêşî lê were girtin.”

Hiso diyar kir Rêxistinên tenduristiyê û mirovî yên li kampên Waşokanî û Serêkaniyê di vî alî de alîkariyê nakin, ji lew re barê navendên Heyva Sor a Kurd giran dibe.

Back to top button