Ji ber erdhejê ji 5’an 1’ê hilberîna çandiniyê ya Tirkiyê zirar dît

Erdheja li Tirkiyê, tevî ziyanên canî û madî, di warê çandiniyê de jî bandoreke zêde kir.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY (FAO) ragihand ku ji ber erdhejên li Mereşê bêtirî ji 5’an yekê hilberîna çandiniyê ya Tirkiyê zirar dîtiye.

Li bajarê Mereş yê Bakurê Kurdistanê di 6’ê Sibatê de erdhejên dijwar û wêranker pêk hatin.

Tevî ziyanên canî û madî di warê çandiniyê de jî bandoreke xwe ya zêde hebû.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) ku yek ji saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ragihand ku ji ber erdhejan ji sedî 20’ê hilberîna çandiniyê ya Tirkiyê zirar dîtiye.

FAOyê diyar kir ku di encama nirxandinên despêkê ên ku li Tirkiyê hatin kirin de “di çandiniyê de ax, sewalkarî, masîgirî, avhewayê û di binesaziya gundan a herêmên erdhejê de zirareke cidî hat tesbîtkirin.”

FAOyê di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha hat gotin:

“Erdheja li 11 bajarên çandinîyê bandor kir.

Vê yekê jî bandor li bêtirî 15 mîlyon kes û ji sedî 20’ê hilberîna xurekê ya welêt kir.”

FAO: 5.1 mîlyar dolar ziyan li pîşesaziyê bûye

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Herêma ku ji erdhejê bandor bûye û wek heyva bi bereket a Tirkiyeyê tê naskirin, ji sedî 15ê hilberîna nesafî ya çandiniyê û ji sedî 20ê hinardekirina berhemên çandiniyê yên Tirkiyeyê pêk tê.”

FAO yê texmîna xwe yên li ser ziyana çandinî û pîşesazî yên piştî erdhejê parve kir.

Li gorî vê;

Erdhejê 1,3 milyar dolar zirar li çandinî û 5,1 milyar dolar jî li pişesaziyê bûye.

1,5 mîlyon dolar jî alîkariya armanckirî dikare were komkirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku FAO bang li civaka navneteweyî kir ku bi lezgînî 112 milyon dolar alîkarî ji bo kesên ku ji erdheja li Tirkiyê mexdûr bûne bên berhevkirin.

Rêxistinê daxuyakirin ku heta niha tenê 1,5 milyon dolar ji van pêwîstiyan re hatiye komkirin.

FAO yê bal kişand ku li ser wê yekê ku li herêmên erdhejê bandor lê kirî ji sêyan yekê wê debara jiyana xwe li ser çandiniyê bû.

Back to top button