Şehîdên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser gora Jîna Emînî hatin bibîranîn.

Tevî astengiyên hêzên emnî yên Îranê bi awayekî girseyî beşdarbûna welatiyan, li bajarê Seqîz li ser gora Jîna Emînî şehîdên serhildanê hatin bibîranîn.

Di dîmenan de, de diyar dibe ku li bajarê Seqîz hêzên emnî yên Îranê çawa bi çekên giran û wesayîtên zirxî derdora gora Jîna Emînî digerin.

Li dijî vê kesên li ser gorê kom bûyîn jî bê navber diruşme gotin.

Heman demê de li gel salvegera bi darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi merasîmek girseyî li ser goristana Mihabadê şehîdên meha Axlêve yên vî bajarî hatin bibîranîn.

Li bajarê Mihabadê ji ber xwepêşandan û çalakiyan heta niha herî kêm 6 ciwanên bajarê Mihabadê di xwepêşandanan de şehîdbûne.

Ji ber darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wê di vê dîrokê de li Mihabadê, îro 30’ê Adarê ku bi 10’ê Axlêve yê tê binavkirin.

Ev roj jî wek roja şehîdên Kurdistanê hatiye nivîsîn.

Back to top button