Yûnanîstan li derya Ege leşkerê xwe xist nava tevgerê

Hêzên deryayî yên Yewnanistanê, piştî tevgera dewleta Tirk a li deryaya Ege yê, ketin nava liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya AFP’ê dayî diyarkirin, Hêzên Deryayî yên Yewnanê piştî xebatên keşfê yên dewleta Tirk li deryaya Egeyê, ketin nava tevgerê û “amadekariyên xwe zêde kirin”.

Çavkaniyek leşkerî yê Yewnanan got;

Yekîneyên Hêzên Deryayî ji duh ve, li Başûr û Başûrê Rojhilatê Deryaya Egeyê hêzên xwe xistin nava tevgerê.”

Ji êvara 21’ê Tîrmehê heta niha, pirsgirêkên di nava Atîna û Enqerê de mezin bûn.

Dewleta Tirk ji bo ava bejaya Yewana 18 keştiyên şer û keştiyek sontajê şand rastî grava Kastellorrîzo (Kizilhisar) ê.

Rojnameya Ta Nea jî ketina tevgerê ya Yewnanistan bi manşet belav kir.

Çapemeniya Yewnan jî hema bêje balkişand li ser ku giştî li dijî vê provakasyona nû ya Enqerê li deryaya Egeyê ketiye nava liv û tevgerê.

Back to top button