Lîsteya namzetiya serokomartiya Tirkiyê diyar bû

Lîsteya dawî ya namzetên hilbijartina Serokomariya Tirkiyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di lîsteyê de navên Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan bi rêza alfabeyê cih digirin.

Lîsteya namzetên serokomariyê ya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a Tirkiyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gel vê, serdema propagandaya hilbijartina serokomariyê jî dest pê kir.

Propagandaya hilbijartinê wê 13’ê Gulanê roja Înê bi dawî bibe.

Lîsteya dawîn a namzedan bi rêza alfabetîk ji namzedê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Welat Muharrem Înce, Serokê Giştî yê AKP’ê û namzetê Tirfaqa Komarê Recep Tayyîp Erdogan û namzedê Tifaqa Ata Sînan Ogan e.

Li gorî biryareke din a YSK’ê, di hilbijartinên 14’ê Gulanê de namzedên serokomariyê ji bo komkirina alîkariyan wê karibin hesabê diravî vekin.

Herî zêde 55 hezar û 598 Lîreyê Tirkî derbas neke.

Lîsteyên wekîlan dê di 19ê Nîsanê de bi dawî bibin

Lîsteya namzetên parlamenteran wê 19’ê Nîsanê bi dawî bibe

Lîsteyên namzedên parlamenteriyê dê di 19’ê Nîsanê roja Çarşemê di Rojnameya Fermî de bên weşandin.

Lîsteyên kesên dengê xwe bidin 20’ê Adarê roja Duşemê hatibûn daliqandin.

Ev lîset wê 2’ê Nîsanê werin rakirin.

Heta wê demê eger kesên navên wan nehatin û pirsgirêk heye dikarin bi rêya saziyên peywendîdar çareser bikin.

Ji ber ku piştî 2’ê Nîsanê êdî ew lîste fermî dibin.

HDP li Ewropa qeyîdkirina hilbijêran da despêkirin

Nûneriya HDP’ê ya Ewropayê anî ziman ku ji bo sê rojên dawî yên mane, wê kar û barên kontrol û qeyidkirina hilbijêran di nasnameyekî de were kirin û got:

“Her hilbijêr dikare agahî bide hilbijêrek din, li bîra wî/ê bixe û dikare lîsteya navên hilbijêran kontrol bike.

Dikare yên navê wan nebe jî, qeyda wan çêbike.

Ji bo vê yekê her kes wê bi telefonê peyam bişîne û tevkariya xwe çêbike.”

Nûneriya HDP’ê ya Ewropayê banga dengên ji bo Partiya Çep a Kesk kir.

Roja Çarşemê 12’ê Nîsanê tomarên dengderên navxwe û navdewletî dê bi dawî bên.

Her wiha cihê dengdana welatiyan û sindoqên dengdanê dê bên diyarkirin.

Back to top button