Nîşaneya êrişeke li dijî Sûrî, F-16 û serdana Lavrov di rojeva DYA de ye

Serokoamrê Tirkiye Erdogan dixwaze, krîza li welat dayî avakirin, bi pêkanîna êrişeke ji derve bide bîrkirin.
Amerîka jî bo Tirkiyê dibêje çavê min ser te ye.
Êdî li gorî wê tevger bike.
Wezareta Karên Derve ya DYA got;
Oparasyoneke ser bakurê Sûrî, wê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞ’ê bike.
Ji ber vê yekê, eger xeta agirbestê binpê bike wê şermezar bikîn.

Nişaneya êrişeke li dijî bakurê Sûrî, F-16, serdana Lavrov û krîza xwarinê di rojeva Waşîngtonê de bû.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price mijarên navborî di daxuyaniya çapemeniya doh de, nirxandin.

DYA: Êrişek li dijî Bakurê Sûrî wê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞ’ê bike

Ned Price careke din teqez kir ku Washington li dijî operasyoneke Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê ye û got,

“Divê xeta agirbestê ya heyî were parastin.”

Price bal kişand ser wê yekê ku zêdebûna tevgera leşkerî li bakurê Sûriyê wê bandorek neyînî li ser xelkê herêmê bike û got:

Em her tevgerek ku xeta agirbestê têk bibe şermezar dikin.

Berdevk diyar kir ku binpêkirina agirbestê hem li ser şerê li dijî DAIŞ’ê hem jî li ser aramiya Sûriyê dikare bandoreke neyînî bike.”

Ned Price dubare diyar kir ku li ser vê mijarê bi rayedarên payebilind ên Tirkiyê re axivîne û fikarên xwe anîne ziman.

Li ser pirsa “Gelo di helwesta we ya firotina F-16’an ji bo Tirkiyê de ti guhertin heye?” Price di çarçoveyek gilover de bersiv da û got:

Em niha ne amade ne ku dikarin li ser vê yekê şîrove bikin.

Ji bo vê yekê hîna dem divê.”

DYA: Em ê serdana Lavrov ji nêz ve bişopînin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê işaret bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ya sibe (8’ê Hezîranê) bo Tirkiyê kir û wiha got:

“Ez nizanim di çarçoveya serdana Lavrov ya ji bo Tirkiyê de wê hêviya pêşketineke mezin di çareserkirina krîza genim de pêk were yan na.

Helbet, em ê vê hevdîtinê ji nêz ve bişopînin.”

Back to top button