Rûsya bo Tirkiye: Divê leşkerê xwe li sînorê Sûrî bicih nekî

Li dijî gefên Serokê rejîma Tirkiye Erdogan ya li ser bakurê Sûrî piştî DYA ji Rûsya jî bertek derket.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku ew li dijî êrişeke li ser herêmê ne.
Moskova hewildana êrişê ya dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Sûrî binav kir û got, Pêwîst e Tirkiye bi ti awayî êrişî herêmê neke.

Piştî DYA’yê, Rûsyayê jî têkildarî planên operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li Bakurê Sûriyê daxuyaniyek da.

Berdevka Wezareta Karê Derva ya Rûsyayê Maria Zakharova derbarê gefên dewleta Tirk, daxuyaniyek da.

Zakharova bi bîr xist ku rewşa li Sûrî ji xwe aloz e û got;

“Bi ser de jî eger Tirkiye êriş bike, wê rewş kambaxtir bibe.

Êrişa dewleta Tirk yekser tê wateya binpêkirina serweriya Sûrî û perçekirina axa wê.

Her wiha wê hem aloziyê kûr bike û hem jî zerarê bide aramiyê.

Ji ber van sedeman pêwîst e Enqere bi tevgereke wiha ranebe.”

Şefê rejîma Tirkiye û serokê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan 1’ê Hezîranê di civîna koma partiya xwe ya li meclisê de bi eşkere gefa êrişa dagirkeriyek nû li bakurê Sûrî xwar.

Erdogan careke din hewl da êrişa xwe ya dagirkeriyê di bin navê “herêma ewle” de rewa nîşan bide.

Li seranserê sînorên me ên Başûr, bi kûrahiya 30 kîlometre em biryardariya xwe a avakirina “herêma ewle” nîşan didin.

Di vî warî de em derbasî qonaxeke nû dibin.

Em ê bikevin Til Rifat û Minbicê.

DYA bo Tirkiye: Em li dijî êrişeke ser Bakurê Sûrî ne

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî piştî gefên Erdogan li Waşîngtonê helwest nîaşn da.

Antony Blinken li ser planên wê yên operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê hişyarî da Tirkiyê û got,

Pêngaveke wiha wê herêmê bixe metirsiyê.

DYA bersiva Erdogan da: Em têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi hevalbendên xwe re didomînin

Blinken bêyî ku navê YPG’ê bilêv bike, teqezî li ser giringiya şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Sûriyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka got:

“Em bi awayekî bi bandor şerê li dijî DAIŞ’ê li hundirê Sûriyê bi rêya hevkarên xwe dimeşînin.

Em naxwazin tiştekî ku hewlên ji bo mayîna DAIŞ’ê di nav sindoqa ku me ew xistine tê de, bixe xeteriyê bibînin.”

Niha jî çav li hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Serge Lavrov ya ku wê 8’ê Hezîranê bo Tirkiyê pêk bîne ye.

Back to top button