Yemen…Li eniya Meşcihê jmarek çek û cebilxaneya Hûsiyan hatin teqandin

Artêşa Nîştimanî ya Yemenî ragihand ku li eniya Meşcihê ya li Meiribê gelek çek û cebilxaneyên Hûsiyan rûxandin e.

Artêşê da xuyakirin ku yekîneyeke wan li eniya Meşcih di operasyonekê de topavêjeke Hûsiyan rûxand û hemû çekdarên li ser kuştin.

Artêşa Yemenî pêncşemê ragihandibû ku 17 çekdarên Hûsî kuştibûn.

Li aliyekî din, Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî jî ragihand ku wan vê sibehê droneke Hûsiyan a ku ber bi Cedayê ve diçû anîne xwar.

Back to top button