“Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan encama tecrîda li Îmraliyê ye”

Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan encama tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye.

Pergala êşkence û tecrîda li dijî Rêber Apo tê meşandin belavî li ser hemû qadên li Tirkiyê, bi taybetî jî girtigehan bûye

Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê parêzer Yûsûf Çakas bal kişan de ser encamên tecrîdê yê li ser girtîgehan Tirkiyê.

Yusuf Çakas, diyar kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan encama tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye.

Parêzer Çakas destnîşan kir ku heta ku tecrîd ji holê ranebe ne pêkane pêşî li binpêkirinên mafan bên girtin û ev bang kir:

“Divê destûr bê dayîn ku saziyên bêalî û parêzer biçin girtîgehan û çavdêriyên xwe bikin.

Yusuf Çakas destnîşan kir di dawiyê de ku rêya demokratîkbûna Tirkiyê di girtîgehan re derbas dibe.

Bertekên dijî tecrîda li ser Rêber Apo li Tirkiyê sûc tê hesibandin

Back to top button