Bertekên dijî tecrîda li ser Rêber Apo li Tirkiyê sûc tê hesibandin

Doh Gerînendeyê yek ji televizyonên Tirkiyê û rojnemavan Merdan Yanardag bertek nîşanî tecrîdê da û diyar kir ku Rêber Ocalan girtiyê herî dirêj li Tirkiyê ye.
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê a Tirkiyê RTUK gotinên Yanardag wekî pesindayîn destnîşan kir kir û sûc hesiband.
Li ser vê yekê yekser RTUK’ê der barê kanalê û Yanardagda de lêpirsîn dane destpêkirin û îro ew binçav kirin.

Ev zêdeyî du sal in hikûmeta qirker û faşîst AKP-MHP bi hincetên vala mafê hevdîtinê yê Rêber Apo qut dike.

Serlêdanên malbat û parezaran yên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv têne hiştin.

Li hemberî vê yekê, bi taybetî gelê Kurd fikarên hemû aliyan ku li Îmraliyê çi diqewime zêde dibe.

Encamên bêhiquqiya tecrîdê, li ser gelên Tirkiyê jî bandorek neyînî avakiriye û ev yek rastî bertekê wan jî tê.

Lê nerîn û bertekên li dijî vê yekê derdikevin ji aliyê Hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ve wekî sûc tê hesibandin.

Rtuk ji ber gotinên Merdan Yanardag lêpirsîn da destpêkirin

Îro Serokê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê a Tirkiyê RTUK Ebubekir Şahîn li ser hesabê xwe yê twîterê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Serokê RTUK Ebubekir Şahîn gotinên Yanardag wekî pesindayîna Rêber Apo nîşan da.

Li ser vê yekê Ebubekir Şahîn ragihand wan li dijî qenalê û wî lêpirsîn dane destpêkirin.

Rojnemevan Merdan Yanardag hate binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsînê de danê evarî polîsan di ser kanala televîzyona TELE 1ê de girtin.

Polîsan piştî weşanê Rojnemevan Merdan Yanardag binçav kirin.

Back to top button