BULDAN: YSK’Ê KETIYA BIN WESAYETA AKP’Ê

Desteya Bilind ya Hilbijartinê YSK’ê, da xuykirin ku ew mazbatayan nedin kesên ku bi biryarê Hûkmê qanûnê de hatine durxistin.Li dijî vê biryarê gelek bertek û nerazîbûn derketin.Li aliyekî din AKP’ê ji bo namzetiya Ahmet Turk bi daxwaznameyek sosret îtîrazî mazbataya Turk kir û serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da.

Desteya Bilind ya Hilbijartinê YSK’ê, da xuykirin ku ew mazbatayan nedin kesên ku bi biryarê Hûkmê qanûnê de hatine durxistin kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derbarê biryarê YSK’ê de daxuyanî da û got:

YSK tam ketiye bin wesayeta AKP’ê.

Ji saziyek serbixwe derktiye.”

Ji saziyek serbixwe derketiye. Serbixwebûna wê li holê nemaye.

AKP’Ê LI DIJÎ AHMET TURK BIRYAREK SOSRET DA

Di hilbijartina herêmî de Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk bi ferqek mezin hilbijartin bi dest xist û bû Hevserokê Şaredariya Mêrdînê.

Ji bo mazbata nedin Ahmet Turk, Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê serî li rêbazên sosret dide.

AKP’a Mêrdînê bi daxwaznameyek sosret îtîrazî mazbataya Ahmet Turk kir û serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da.

Di daxwaznameya AKP’ê de hate gotin, Ahmet Turk di 16’ê mijdara 2016’an de, Wezareta Karê Hundir wî ji peywîrê girtiye.

AKP’ê di daxwaznameya xwe de xwest mazbatayê di şûna Ahmet Turk de bidin Namzetê AKP’ê yê Mêrdînê Vejdî Kahraman.

HDK: BIRYARA YSK’Ê LI DIJÎ VÎNA GEL E

Her wiha Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê jî biryara YSK’ê , şermezar kir û diyar kirin ku ev yek darbeya li dijî vîna gel e.

JI BO BIRYARA YSK’Ê PÎRA 80 SALÎ 3 ROJAN KET NOBETÊ

Şêniyên Bajaroka Pazarcixê ev sê roj in nedana mazbataya hevşaredarê xwe şermezar dikin û çalakiyê li dar dixin.

Şêniyên bajarok bi şev û roj di bin dorpêça polîsan de nobetê digirin.

Yek ji van çalakvanan jî pîra 80 salî Nezahat Erkmen e.

”BIRYARA YSK’Ê XESPKIRINA MAFAN E”

Desteya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk a Amedê, derbarê biryara Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) a nedana mezbatên namzetên bi Biryarê Hikumê Qanûnê de ji kar hatine dûrxistin û piştî bûn şaredar, li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) civîna çapemeniyê li darxist.

Di civînê de bertek hatin nîşandan û gotin:

Li cihên desthilatdariya hikumetê qezenc kirin û li cihên winda kirin hiqûq pir cuda tê bi cih anîn.

Yek ji bêhiqûqiyên herî mezin tên kirin biryara YSK’ê ya mezbatayên namzetên bi Biryara di Hikmê Qanûnê de ji kar hatine avêytin.

Ev xesp kirina mafe.

YSK’ê bi vê biryarê rêveberiya xwe tune dihesbîne.

Leave a Reply

Back to top button