Meclisa Tirkiyê endamtiya Fînlandiya bo NATO erê kir

Piştî hewildanên nêzî salekê êdî Fînlandiya beşdarî NATO dibe.
Pêşnûmeya erêkirina protokola endamtiya Fînlandiya bo NATOyê li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyê hat qebûlkirin.

Pêşnûmeya qanûnê ya derbarê Pejirandina Protokola Têkiliya Fînlandiyayê ya NATOyê de doh li Meclisa Gel a Bilind ya Tirkiyê TBMM’ê hat nirxandin.

Piştî danûstandinan endamtiya Fînlandiya ya NATOyê li Lijneya Giştî hat qebûlkirin.

Bi vî awayî, hemû endamên NATOyê protokola tevlêbûna Fînlandiyayê ji bo hevpeymaniyê derbas kirin.

Ji bilî Tirkiye û Macarîstanê welatên din ev protokol beriya niha bi mehan li parlamentoyê qebûl kiribûn.

Li aliyê din Macarîstanê di destpêka hefteyê ev yek li parlamentoyê erê kiribû.

Piştî erêkirina dawî ya Tirkiyê, dibe ku Fînlandiya di civîna Wezîrên Derve yên NATOyê de ku rojên Sêşem û Çarşemê hefteya bê li Brukselê bê lidarxistin, weke endama 31’emîn a NATOyê bê ragihandin.

Di nûçeya ajansa Almanî, hat gotin dibe ku di rojên pêş de hin formalîteyên derbarê ketina Fînlandiyayê ya NATO’yê de pêk nehatine û biryar li ser qebûlkirina Fînlandiyayê were dayîn.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku tê çaverêkirin ala Fînlandiyayê bi merasîmekê li baregeha NATO ya li Brukselê were bilindkirin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken wê beşdarî civîna Wezîrên Karên Derve yên NATOyê ya ku li Brukselê bê lidarxistin bibe.

Divê Tirkiye amerîkayê agehdar bike

Piştî erêkirinê divê Tirkiye erêkirina protokola endamtiya Fînlandayaê bo Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bişîne.

Ji ber ku ev yek ji rêgezên sereke yên damezirandina NATO yê bû.

Li gor Peymana Damezirîner a NATOyê, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ji tomarkirina belgeyên girêdayî hevpeymaniyê berpirsyar e.

Piştî ku Enqere bi fermî Waşîngtonê agahdar kir, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg wê bikaribe Fînlandiyayê vexwîne Peymana Atlantîka Bakur.

Piştî pejirandina tevlêbûnê û şandina belgeyên têkildar Fînlandiya wê bi fermî bibe endam.

Serokomarê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya du hefteyan ragihandibû ku nerazîbûna li ser endamtiya Fînlandiyayê hatiye rakirin.

Hîna jî endamtiya Swêd ya ji bo NATO ji aliyê Tirkiye û Macerîstanê ve ne hatiye erêkirin.

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, Swêd û Fînalandiya 18’ê Gulanê dest ji rêgezên xwe yên bêalîtiyê berdanbûn û daxwaza endamtiya NATO kiribûn.

Back to top button