Li Mersînê serê sibehê plîsên Tirk bi ser malan de girtin û 11 kes binçav kirin.
Serdegirtin bi lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mersînê hate kirin.
Polîsên Tirk bi îdîaya ku ‘propaganda rêxistinê’ kirine herî kêm 11 kes binçavkirin .
Li gorî agahiyan, ji kesên hatin binçavkirin navê du kesan Şiyar Ogûz û Mûhammet Tûtmaz in.
Kesên hatin binçavkirin plîsan ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê.