Şerda Gabar: Pêngava 15’ê Tebaxê bi kûrahiya xwe ya mezin dîrokî ye

Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet 39 sal li pey xwe hişt.
Di vê navberê de têkoşîn û berxwedaniya gerîla û gelê Kurd bi vê pêngavê gihişt qonaxeke nû.
Îro jî mîrateya pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê gerîlayên HPG û YJA Starê de şênber dibe.
Têkîldarî vê yekê ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar got:
“Sala 2023’an bû salekî ku li her xaka Kurdistanê ruhê 15’ê Tebaxê gihişt lûtkeyê.”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar bi wesîleya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê nirxandin kir.

“Rastiyeke wisa heye ku şerê ji bo azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet bi şer re wate û ronahiyê distîne.”

Bi van gotinan Şerda Gabar wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê anî ziman.

Şerda Gabar diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê bi kurahiya xwe ya mezin dîrokî ye û got:

“Hezkirina ji tiştên xweşik û rast, xwedîderketin û mezinkirina wê, bi çalakbûna wê ya di nav jiyanê de mumkun e.

Tu diyardeya ku nayê jiyîn, wateya wê kûr nayê danîn, berê mirovan nade çalakiyên mezin.

Heke li cihekî çalakiyeke mezin hebe, divê were zanîn ku li wir kûrahiya wate û hêzeke mezin a baweriyê heye. ”

“Jin di nava tevgerê me de fêrî têkoşîna herî dijwar bûn”

Şerda Gabar eşkere kir ku jin di nava tevgera me de fêrî têkoşîna herî dijwar bû.

“Bi rêxistinbûna xwe ya li ser esasê gerîlatiya jin, teoriya qutbûnê, îdeolojiya azadiya jinê û partîbûyîna jinê nirx bi dest xist.

Jin di nava tevgera me de fêr bû ku di şert û mercên herî dijwar de têbikoşin,

Jiyana xwe rêxistin bikin, ji bo azadiya xwe têbikoşin û fermandariyê bikin.

Nêzîkatiya li jinê veguheriye nirxekî pir girîng û bûye kevneşopî.”

Şerda Gabar: Tu kes nikare pêşiya artêşa me ya Gerîla bigire

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar da zanîn ku Pêngava 15’ê Tebaxê roja derketina nasnameya mirovê azad û jina azad e.

“Meşa me ya gerîla di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi awayekî fermî dest pê kir.

Li gorî vê diyalektîka azadiyê meşa xwe ya bi rûmet didomîne.

Rêbertî bi cesareta xwe ya çareserkirina pirsgirêka Kurd şerekî mezin ê gel pêş xist.

Sedemên dîrokî yên gerîlabûna li Kurdistanê, bi yên heyî re, qonaxek afirand.

Sala 2023’an bû salekî ku li her xaka Kurdistanê ruhê 15’ê Tebaxê gihişt lûtkeyê.”

Zozan Çewlîk: Em bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê dikarin dijmin têk bibin

Back to top button