“Armanca êrişan valakirina cih û warên Êzidiya ye”

Ji aliyê Desteya Oldar û Eşayîrî ya Şengalê ve têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteyê Xelef Tala ve hate dayîn û ev tişt hat gotin:

“Bi hinceta milet vedigere û Êzidî vedigerin cîh û warên xwe PDK bela xwe ji me venake.

Daxwaza xwe bi rêka Mala Mîran û mezinên Êzidiyan dixwazin pêkbînin.

Mixabin xuya ye ku wan kes û aliyan jî pişta xwe dane gelê xwe û me difiroşin PDK’ê.

Ew li dijî xelkê Şengalê û hêzên parastina Şengale tevdigerin û ji bo gelê Şengalê tiştek nakin.

Heger em bên kuştin jî rewş naguhere, emê berxwe bidin û xwedî li îradeya xwe derbikevin.

Em dest ji vî fikrî bernadin û Şengalê jî teslîmî wan xayînan nakin.”

Xelef Tala bal kişand ser siyaseta gemar ya ku PDK bi rêya Mala Mîran pêk tîne û wiha got;

“Karê Mala Mîran bi peymana 9’ê Cotmehê neketiye, karê wan bi me jî neketiye.

Yên ji bo Şengalê berxwe didin, yên xwediyê wê yên rastînin jî, yên di oxira wê de canê xwe feda dikin jî em in.”

Balafirek bêmirov êrişî navenda Şengalê kir

Back to top button