Jinên taxa Şêxmeqsud û Eşrefiyê ji bo Jîna Emînî şerpên xwe şewitandin

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi xwepêşandaneke piştgirî dan serhildana Rojhilatê Kurdistan.

Xwepêşandan di pêşengtia Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd bi dirûşma “Edî bes e ji qirkirina jinan re, sedsala 21’ê destpêka azadiya jinan e” pêk hat.

Bi sedan şeniyên texê di çalakiyên de amade bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada Şehîdan a rojavayê taxê rawestiya.

Li wir, endama Kongra Star, Suad Hesen wiha axivî û got:

Serhildana jinê ku 2012’an li taxa şexmeqsûd bi pêşengtiya şehîd Gulê Selmoli dijî rejîma baas destpêkir, îro ew rih li Rojhilatê Kurdistanê dîsa bi pêşengtiya jinên kurd destpêkir.

Suad hisên diyar kir ku wê rejîma îranê jî nikaribe li hember têkoşîna jinên azadîxwaz bisekine.

Piştre jinan bi qutkirna porê xwe û şewitandina şerpên xwe ve sûcên rejîma îranê şermezar kirin.

Xwepêşandan bi siloganên “Na ji kuştina jinan re, azadî ji jinan re”, bi dawî bû.

Back to top button