Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê jî bi tevlîbûna bi dehan çalakvan û rewşenbîran çalakiyek piştgiriyê ji bo serhildan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat lidarxistin.
Çalakî doh êvarê li ber paraka Azadî ya Silêmaniyê pêk hat.
Di çalakiyê de gelek çalakvan, rewşenbîr û welatî amadebûn. Her wiha di çalakiyê de wêneyên Jîna Emînî hatin bilindkirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.
Di çalakiyê de ev nirxandin hate kirin:
“Şehîd Jîna Emînî sembola têkoşîna azadiya gelê Kurd û gelên din ên Îranê ye.
Xwîna wê bû havênê serhildana azadîxwazan a li beramberî zilma rejîmaÎranê.
Di pêşengtiya jinên kurd de wê desthilata tarî ya îranê hilweşe”