Serhildana gel a li Rojhilat û Îranê berdewame

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanan hat lidarxistin.
Xelkên beluc bi durişma “namusa Kurda ya Beluca ne” li dijî rejîma îranê daketin qadan.
Di encama êrişên rejîma îranê de li gor çavkaniyên heremê nêzî sed kes hatine kuştin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan di roja 10’an de berdewam dike.

Duh di saetên şevê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li gelek navendan gel carek din daketin qadan ..

Kurd, Fars, Ezerî, Ereb û Belûc hemû pêkhateyên li Îranê ji bo kuştina jina kurd û li dijî faşîzma rejîma Îranê li qadane.

Ev de herêma Belucîstan a Rojhilatê Îranê ye xelkên beluc bi diruşma namusa kurd namusa Belucaye li dijî rejîma îranê daketin qadan.

Ev der jî paytexta Îranê Tahrane xelkên Faris bi diruşma AZADÎ AZADÎ doh êvarê careke din li qadan bûn.

Xwpêşanderena navendê sereke yê tehranê girtin û gotin:

Li bajarê Esfehan jî li dijî rejîma xumeynî durişmên bimre dîktator hate berzkirin.

Rejîma faşît a îranê bi awayek tund êrişê xwepêşandaran dike.

welatiyên ku di êrişa hêzên faşît ê rejîma îranê de jiyana xwe ji dest dane bi şêwazê ji aliyê malpatên wan de hatin veşartin. Dimenan de jî kesên beşdarî merasimê bune porên xwe qut dikin.

Di encama êrişên rejîma îranê de li gor çavkaniyên heremê nêzî sed kes hatine kuştin

Back to top button