QSD’ê li Dêrazorê pêngaveke ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ’ê da destpêkirin

Li dijî liv û tevgera şaneyên DAIŞ’ê QSD’ê li herêma Kiber a rojavayê Dêrazorê hemleyeke ewlehiyê ragihand.
QSD`ê eşkere kir ku Operasyon û hemleyên me yên ewlehiyê wê berdewam bikin.

Heta ku ev şane tune dibin.

Liv û tevgera şaneyên Çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêde dibe, taybet jî xeta Dêrazorê.

QSD’ê ragihand ji ber hedefgirtina endamên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û rûspiyan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve zêde bûne.

Şaneyên DAIŞ’ê Herî dawî li rojavayê Dêrezorê nuqteyeke hêzên leşkerî kirin hedef.

QSD’ê jî do bi daxuyaniyekê li herêma Kiber a rojavayê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêngaveke ewlehiyê da destpêkirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam daxuyaniya raghandina hemleyê xwend û got:

Di vê dawiyê de li rojavayê Dêrazorê tevgerên şaneyên DAIŞ`ê zêde bûne.

Herî dawî nuqteyeke hêzên me yên leşkerî kirin hedef.

Ji ber wê hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û saziyên ewlehiyê tevgerên wan şaneyan şopandin û cihê wan tesbît kir.

Ebû Leys Xeşam diyar kir ku Hêzên me, kembereke ewlehiyê li dordora herêma Kiber ferz kir ..

Û şaneyên terorsît kirin hedef.

Gelek ji wan girtin û cebilxaneyên pê re desteser kirin ku pê êrişî nuqteyên ewlehiyê kirin.

Operasyon û hemleyên me yên ewlehiyê wê berdewam bikin..

Heta ku ev şane tune dibin û ewlehî li herêmê pêk tê.”

Asayîş: Qonaxa 2. a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi encamên baş bi dawî bû

Hêzên Asayîşê jî di 25ʹê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihand.

Ev operasyon piştî 24 rojan bi serkeftî bi dawî bû.

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê encamên operasyonê eşkere kir.

Asayîşê da zanîn ku di pêvajoya vê operasyonê de 226 kes ji wan 36 jin hatin girtin.

Her wiha 2 jinên Êzdî jî ji destê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin rizagrkirin.

Hejmareke zêde çek, cebilxane û alav jî hatin desteserkirin.

Her dem Rêvberiya Xweser bang li civkaa navneteweyî bi taybet dewletên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene dike..

Ku çareserî ji doza malbatên DAIŞ`ê yên di kampê de, were dîtin.

Back to top button