Sîham Dawûd: Divê welatên derve welatiyên xwe yên di kampa Holê de bigrin

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku kampa holê ji bo DAIŞ xwe ji nû ve zindî bike zemîneke gunav e. Sîham Dawûd bang li civata navneteweyî kir ku welatiyên xwe yên li kampê bigrin û ji bo DAIŞ ji nû ve zindî nebe bi erka xwe rabin.

Hêzên Asayîşê bi desteka QSD, û YPJ di 25ʹê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihand.

Pêngav di 17’ê Îlonê de bi dawî bû.

226 kes di nav de 36 jin ku beşdarî sûcên kuştin û revandinê bûne û fikrê tundraw ê DAIŞʹê belav dikirin, hatin girtin.

Têkildarî mijarê sekreteriya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd ji ajansa Hawarê re axivî.

Sîham Dawûd têkoşîna hêzên Asayîşê û QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê silav kir û got:

“Pêngav di dem û cihekî guncaw de pêkhat..

Ji ber ku dewleta Tirk bi domdarî gefan li herêmên me dixwe da ku DAIŞ li herêmê vejîne.”

Sîham balkişand hevkariya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re û ev nirxandin kir:

“Divê em desteka lojîstîk a dewleta Tirk ji bîr nekin ku ji bo reva 5 hezar çeteyên DAIŞʹê ji girîgeha Sînaa ya Xiwêran amade kiribû.

Lê QSDʹê girtîgeh kontrol kir û plana Tirkiyê ya derxistina çeteyan ji girtîgehan vala derxist.”

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya axaftina xwe ev bang kir:

“Kampa Holê xetereyeke mezin li ser mirovahiye..

Ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê..

Ji bo vê yekê divê rêxistinên navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞʹê de hene, wan vegerînin û darizînin.”

Back to top button