Robet Jarowoy li Hambûrgê çû ser dilovaniya xwe

Dostê gelê Kurd yê Alman yê nivîskar û siyasetmedar Robert Jarowoy ku bi salan li Almanya piştgirî da têkoşîna azadiyê ya Kurdan jiyana xwe ji dest da.

Robert Jarowoy ê 68 salî ku li bajarê Hambûrgê yê Almanyayê dima, ji ber pençeşerê 21’ê Îlonê çû ser dilovaniya xwe.

Mirina Jarowoy li nav Kurdistaniyên li Almanyayê bû sedema xemginiyê.

Robet Jarowoy di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nav têkoşîna şoreşger a Alman dibe.

Jarowoy 1980’yî piştî ku tevgera PKK’ê nas dike, 40 salî li gel hevjîna xwe bi rengekî çalak tevgera azadiya Kurd parast.

Jarowoy salên 90’î bi komeke Alman ên şoreşger serdana Rêber Abdullah Ocalan kir, gelek caran serdana Herêmên gerîla jî kir.

Li gel komek hevalên xwe ji bo ku alîkariyê ji bo Kurdên mexdûr bidin hev Komeleya Alîkariya Kurdistanê ava kir. Ev komeleya bi navenda wê li Hambûrgê ye hê jî xebatên alîkariyê didomîne.

Jorowoy herî dawî 2019’an serdana Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Back to top button