Jinên Êzidî ji bo azadiya Rêber Apo meşek li darxistin

Jinên Êzidî li dijî kompoloya 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Şengalê meşek li dar xistin.

Meş bi pêşengiya jin û ciwanên Êzidî li Şengalê hat lidarxistin.

Li vir Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê Xaliya Şengalî daxuyaniyek da.

Xaliya îşaret bi têkoşîna bi 50 salan a Rêber Ocalan kir û wiha got:

“Wek tê zanîn ev 24 sal in Rêber Apo di encama komploya navdewletî de bi awayekê fîzîkî dîl tê girtin.

Em tecrîda girankirî ku li îmraliyê tê meşandin, wek berdewamiya vê komployê dibînin.

Dijmin nikare berxwedana Rêbertiyê bişikîne. ”

Şengalî diyar kir ku dijminê wan pir tengav bûye û wiha pê de çû:

“Di asta cîhanê de yê ku herî zêde azadiya jinan aniye ziman û hewil daye jin azad bibin, Rêber Apo ye.

Dijminên jinan jî bi vê yekê baş dizanin, lewma herî zêde êrîşê jinan dikin.

Li dijî vê hişmendiyê jinên Êzidî li ber xwe dan û xwe zane kirin.

Xaliya Şengalî destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo, azadiya jinê ye.

Back to top button