Kazimî banga serbestberdana girtiyan kir

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî avakirina komîteyek lêpirsînê der barê bûyerên dawî yên li Iraqê de ragihand û banga berdana girtiyan kir.

Kazimî biryara avakirina komîteyek lêpirsînê der barê rûdanên Cotmeha borî de da.

Serokwezîrê nû bang li hêzên ewlehî û dozgeriyê kir ku ji bilî kesên destê wan di rijandina xwînê de hene, hemû xwepêşandêrên girtî berdin.

Ji bo serokatiya Karûbarên Têkoşîna li dijî Terorê jî, Kazimî ferîq Ebdul Wehab El-Saidî erkdar kir.

Piştî erkadarkirina Kazmî, dîsa xwepêşandan hatin lidarxistin

Lê tevî ragihandina hikumeta nû jî, dîsa gel nerazîbûnên xwe nîşan dan û duh derengiya şevê li gelek parêzgehên Iraqê xwepêşandan hatin lidarixistin.

Xwepêşanderan banga hilbijartinên pêşwext û şerê gendeliyê kirin.

Back to top button