El-Monitor: Dewleta Tirk 2 hezar zarokên Sûrî şandine Lîbyayê

Dewleta Tirk, ji bilî çeteyên xwe, îcar zarokên Sûrî bi darê zorê dişîne Lîbyayê. Malpera El-Monitor a Amerîkî şandina zarokên Sûriyê bo Lîbyayê piştrast kir û da zanîn ku heya niha 2 hezar zarok hatine şandin. 

Dewleta Tirk a dagirker, ji bilî çeteyan zarokên Sûrî jî dişîne Lîbyayê.

Beriya mehekê, çeteyên Semerqend, zarokê bi navê Ebdo Şêxo (15) ji gundê Rûta yê navçeya Mabata ya Efrînê, revand.

Piştî êşkencekirina wî bi mehekê, çeteyan gef li Ebdo xwar ku eger neçe Lîbyayê, wê wî bikujin.

Malpera El-Monitor a Amerîkî şandina zarokên Sûriyê ji bo li rex çeteyên Wîfaqê şer bikin, piştrast kir.

Li gorî rapora malperê, çeteyên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî”, nasname û belgeyên sexte ji van zarokan re çêdikin û wan destpêkê rê dikin Idlibê.

Tevî vê sextekirinê jî, navê biryarên wan ên ji wan mezintir bi kar tînin, da leşkeriyê bidomînin.

Rêxistina “Sûriyên ji bo Rastî û Edaletî” teqez kiribû ku, di sala derbasbûyê de, zêdetirî 2 hezar zarokên Sûrî bo Lîbyayê hatine veguhestin.

Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Monitorê re diyar kir ku serçeteyekî “El-Mi’tesim” ku ew berpirsê leşkerkirina zarokan e, wiha ji wan re dibêje:

Hûn ê li beramberî 3 hezar dolarî mehane, biçin Lîbyayê û rojane bi malbatên xwe re biaxivin.

Piştî 3 mehan jî, em ê vegerin malê û li wir em ê xwarin û çixareyan bê pere bidin we.

Li gorî raporê, tevî ev zarok tên leşkerkirin, lê nizanin çekan bi kar bînin..

Apê Ebdo Şêxo, Necîb Şêxo dibêje;

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewl didin hemû kesên di Efrînê de bikujin û wan bi çeteyan re ber bi Lîbyayê ve bişînin.

Necîb Şêxo bang li rêxistinên mafên mirovan û “NY” kir ku kurê wan vegerînin.

Back to top button