Li kampa Holê a Rojhilatê bajarê Hesekê 19 kon şewitîn

Li beşa yekemîn a kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, şewat derket.

Çavkaniyên taybet ji nûçegihanê me re ragihandin ku di nava kampa Holê ya ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, şewat derket.

Di encama şewatê de, 19 konên beşa muhacirat şewitîn.

Li gor çavkaniyan, tîmên rizgarkirinê û hêzên ewlekariya navxweyî karîne rewşê kontrol bikin û agir vemirînin.

Heta niha sedemên derketina agir nehatine zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku, Kampa Holê yek ji metirsîdartirîn kampên çeteyên DAIŞ’ê li cîhanê ye.

Û dem bi dem bûyerên tund û kiryarên hovane lê rûdidin.

Back to top button