Banga avakirina komîteyek navneteweyî hat kirin

Rêxistin û saziyên mafnas ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê banga avakirina komîteyeke lêpirsînê têkildarî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkerî kirin.

Di daxuyaniyê de binpêkirin û kirinên dewleta Tirk yên derheqê jinan de tê kirin hat meşandin şermezar kir û wiha hat gotin:

29’ê Gulana 2020’an di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk de komeke jinên ku îşkence li wan hatine kirin hatin dîtin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî sûcên xwe li ser şêniyên li herêmên dagirkerî dide meşandin.

Rêxistin û saziyên mafnas diyar kir ku divê dewleta Tirk bê-cezakirin û ji herêmên ku dagir kirine bên derxistin.

Her wiha ji bo lêpirsîna sûcên li dijî xelkên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tên kirin komîteyeke navneteweyî bê avakirin.

Back to top button