“Nava 7 salan 3000 zarokên Êzidî sêwî man”

Buroya Rizgarkirina Êzidiyên ku hatine revandin bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî eşkere kir û diyar kir ku navên 6 hezar û 417 kesên ku çeteyên DAIŞ’ê revandine, belge kirine.

Buroya Rizgarkirina Êzidiyên Revandî, bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî ji sala 2014 heta 2021’ê eşkere kir.

Buroya Rizgarkirina Êzidiyan diyar kir ku ev bîlanco ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin.

Li gorî Buroya Rizgarkirina Êzidiyan, hejmarên şêniyên Êzîd li Iraqê nêzî 550 hezar bûn.

360 hezar kes koçber û penaber bûn

Ji wan 150 hezar vegeriyan malên xwe

Di encama êrîşên li dijî Êzîdiyan de, 360 hezar kes koçber û penaber bûn, ji wan 150 hezar vegeriyan malên xwe.

Di rojên destpêkê yên êrîşan Hezar û 200 kes hatin şehîdkirin

Di rojên destpêkê yên êrîşan de Hezar û 200 kes hatin şehîdkirin.

3 hezar zarok sêwî man

3 hezar zarok di encama êrîşên DAIŞ’ê de sêwî man.

Di nav de 3 hezar û 548 jin, 6 hezar û 417 kes hatin revandin

Di nav de, 3 hezar û 548 jin, 6 hezar û 417 kes hatin revandin.

82 gorên komî hatin dîtin

Jimara kom-gorên ku heta niha hatin dîtin gihîşt 82 gorî, li kêleka wê bi dehan gorên tekane jî hatine dîtin.

Heya niha 348 cenaze ji 17 gorên komî hatin derxistin.

6 Sibatê, cenazeyên 104 Êzidî, bi merasîmekê li gundê Koco yê Şengalê hatin veşartin.

3’yê Tebaxa 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li dijî şêniyên gundê Koço pêk anîbû.

Di nav de 510 jin, hezar û 30 sivîl hatin şehîdkirin

Back to top button