“Li Sûriyê 1417 kesî jiyana xwe ji dest daye”

Li Sûriyê hejmara qurbaniyên erdhejê kêlî bi kêlî zêde dibe.
Heta niha çavdêriya Sûrî 1417 kes tomar kirine.
Her wekî li herêmên Rêveberiya Xweser jî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rû da, gelek bajarên Sûriyê dane ber xwe.

Li Heleb, Lazqiyê, Tertûs, Hema û Idlibê, malwêranyeke mezin çêbûye..

Weke şopên şerekî mezin, li van bajaran tên dîtin.

Ji kêliya pêşî de, hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 58 bajar, bajarok û navçeyan ziyan dîtine û li tevahiya herêmên Sûriyê 1417 kesî heta niha jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî di bin kavilan de ne.

Çavdêrî ji bo herêmên dagirkirî bi taybet hişyariyê dide ku hejmara zêde ya qurbaniyan li wê derê ye.

Li Efrînê ku yek ji deverên herî zêde bandor bûye, dagirkeriya Tirk û koma bi navê opozsyonê, alîkariyê pêşkêş nakin û hîna bi dehan kes di bin kavilan de asê mane.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî erd hejiya..

Desteya Tendurstiyê eşkere kir ku heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 jî birîndar in.

Di rewşa heyî de, li piraniya bajarên Sûrî, seferberiyeke li holê, çimkî nayê zanîn kengî erd di bin lingên wan de biheje..

Li tevahî bajarên Sûriyê bandora erdhejê zêde bû

“Li Sûriyê 900 kesî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûne”

Back to top button