Ji RJAK’ê peyama piştevaniyê

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK’ê,Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê daxwiyaniyên cuda dan ..Di peyaman de ji bo qurbaniyên erdhejê , banga alîkariyê li civaka Êzidî hatkir.
Her wiha daxwaz hat kirin ku hemû bi hev re piştgiriya hevdû bikin nemînin li benda dewletê.

Gelek peyamên sersaxiyê ji qurbanên erdhejê re hatin dayîn û ji bo alîkariya wan banga hevgirtinê hat kirin.

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê peyama piştevaniyê ji mexdûrên erdehejê re şand ..

RJAK’ê daxwaz kirin ku bila gel li bernda dewletê nemîne û piştgiriya hevdû bike û got:

“Niha pêwîstiya gelê me bi alîkariyê heye..

Em daxwazê ji gelê xwe dikin, li hewara xuşk û birayên xwe biçin û destê alîkariyê dirêj bikin..

Bila li benda dewletê nemînin.

Ji ber dewlet gelek caran alîkarî nakin vê yekê ji bo berjewendiyê xwe bi kar tîne. ”

Ji Şengalê ji bo qurbaniyên erdhejê banga alîkariyê hat kirin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Saziya Malbatên Şehîda jî daxwiyaniyek da ..

Di daxuyaniyê de hate gotin :

“Gelê Kurd û dostên Êzidiyan di rojên bi êş re derbas dibin..

Ji tevahî qurbaniyan û gelê Kurd re em sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin.

Em dibînin ku gelê me rastî karesatekê hatiye û em di rojên giran û bi êş re derbas dibin.

Em bi navê gelê Şengalê sersaxiya ji tevahiya gelê xwere dixwazin û şîfaya xêrê ji hemû birîdaran re dixwazin. ”

Dawiya daxwiyaniyê bang li tevahiya civaka Êzidî hat kirin ku li gor derfetên xwe bibe alîkar ji bo qurbaniyan.

KCÊ-E banga xwedîderketina li malbatên qurbaniyan kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) jî bi heman ermancê daxwiyaniyek da ..

KCÊ-E di daxwiyaniyê de banga xwedîderketina li qurbaniyê erdhejê kir û got:

Em baş dizanin ku sedema ku ewqas windahî û xisarê, berpirsê van vê êşê rejîma dewleta Tirk bi xwe ye.

Ji bo vê, em bang li gelê xwe, civaka Êzidî di serî de dikin, ku bi hemû derfetên xwe, li gelê me xwedî derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku alîkarî bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bê kirin..

KCDK-E’yê ji bo sê rojan şîn raghand

Back to top button