Dewleta Tirk operesyonên xwe qirkirina siyasî li dijî HDP’ê didomîne.Li Stenbolê 12 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê a Tirk de polîsan bi ser malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê de girtin.
Di van operasyonan de 12 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin.
Hate diyarkirin ku rêveberê berê yê HDP’ê Bakan Dûman jî li Qersê hatiye binçavkirin û dê wî bibin Stenbolê.