
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê jî eşkere kir ku piştî diyaloga bi rêveberiya Şamê re, qaçaxiya narkotîkê li sînorên Sûriye-Urdunê zêde bûye.
Hikûmeta Şamê bazirganiya Madeyên Hişbirî dewam dike.
Li gorî ajansa Emûn a Urdunê, Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safadî behsa tekoşîna qaçaxtiya Madeyên Hişbir li ser sînorê Urdun û Sûriyê kir û wiha got:
“Qaçaxiya Madeyên Hişbir ne tenê li ser Urdunê lê belê li ser tevahî dewletên Kendavê û dewletên din xetere ye.
Divê hevkarî di vî alî de bê xurtkirin.”
El Safadî da zanîn ku piştî destpêkirina diyalogê bi rêveberiya Şamê re, qaçaxiya narkotîkê zêde bûye û da zanîn ew ê vê gefê rawestînin.