Li Girê Spî ya dagirkirî çeteyan 6 welatiyên Kurd revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî 6 welatiyên Kurd revandin, ji ber ku yekî ji wan red kir ku serçeteyê wan bi keça wî re bizewice.

Gorî çavkaniyekî ji bajarokê Eyn Eros ê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî endamên çeteyên Cebhet El Şamiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser dewata Şahîn Ehmed ê ji pêkhateya Kurd de girt, wî, bavê wî û bavî bûkê êşkence kir.

Çavkanî anî ziman ku çeteyan zava, bavê wî, bavê bûkê û 3 pismamên wî, piştî lêdanê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Navên pismamên zava wiha ne: Reşad Ehmed, Mistefa Ehmed û Seed Ehmed.

Li gorî çavkanî, ji ber ku bavê bûkê red kir ku keça wî bi serçeteyê koma Cehbet El Şamiyê Şîhabedîn Ebû Yasîn re bizewice ev sûc û binpêkirin, pêk hat.

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê kesê bi navê Cemal Mihemed revand

Back to top button